Îlon 19, 2022 09:55 Asia/Tehran
  • Heft terorîstên DAIŞê li Mûsila Iraqê hatin kuştin

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ragihand ku hêzên Rêxistina Heşda Şeibiyê ya vî welatî li başûrê Mûsilê digel terorîstên DAIŞê ketin pevçûnê û di encamê da heft terorîst hatin kuştin.

Ev pevçûn di navbera leşkera 44an a Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê û terorîstên DAIŞê li navçeya Cezîre El-Hezerê li başûrê Mûsilê qewimî.

Di vî warî da, Ehmed Temîmî ji fermandarên Rêxistina Heşda Şeibiyê roja Yekşemiyê ragihand ku çeteyên terorîst ên DAIŞê di merasima Erbeyînê da nekarîn ti karekî bikin.

Temîmî got: Parêzgeha Diyaleyê ji parêzgehên girîng di bernameya ewlehiyê ya dem û rojên Erbeyînê di asta Iraqê da bû; ji ber ku zêdetirî 220 hezar ziyaretvan ji derbasgeha El-Menzeriyeyê (Xosrewî) ji vê parêzgehê derbas bûn.

Wî bi gotina vê yekê ku zêdetirî 150 hezar ziyaretvan jî ji Diyaleyê berê xwe da Kerbelayê, got: Fermandetiya Heşda Şeibiyê li Diyaleyê karî di rêûrisma Erbeyînê da, pênc derbeyên girîng li DAIŞê xîne.

 

Serepeyv