Îlon 17, 2022 15:42 Asia/Tehran
  • Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyên Iraqê: Armanca Amerîkayê ya parastina Kampa Holê, pêkanîna nearamiyê li Rojhilata Navînê ye

Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyên Iraqê got: Kampa Holê ya Sûriyê planek e ku navendên istixbaratî yên derveyî ji wan Koşka Sipî rêveberiya wê dikin da ku rewşa nearamiyê li Rojhilata Navînê were domandin.

Cebar Memûrî ji rêberên Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyên Iraqê di axaftinekê da qala ewiliyetên girîng ên ewlehiya neteweyî ya Iraqê kir û got: Ji van ewiliyetên herî girîng, Kampa Holê ya Sûriyê ye.

Memûrî got: Navendên istixbaratî yên navneteweyî û Amerîka vê kampê wek belgeyek ji bo armancên xwe yên jeopolîtîk bi kar tînin da ku bikare berjewendiyên wan biparêze.

Memûrî bi gotina vêya ku Iraq li hemberî gefa herî mezin a ewlehiyê li cîhanê ye ku 20 hezar terorîstên li vê kampê ji bo welatê wî çê kirine û di bin piştevaniya rasterast a Amerîkayê da ye, got: Kampa Holê di warê ewlehiya
neteweyî ya Iraqê  ya dewleta bê da, dê ewiliyeteke girîng be.

Serepeyv