Wezîrên berevaniyê û navxweyî yên Iraqê çûn Kerbelaya Muela û Necefa Eşref
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i336346-wezîrên_berevaniyê_û_navxweyî_yên_iraqê_çûn_kerbelaya_muela_û_necefa_eşref
Wezîrên Berevanî û Navxweyî yên Iraqê ji bo agahdarbûna ji pêkanîna plana ziyaretê ya Erbeîna Husênî derbasî bajarên Kerbelaya Muela û Necefa Eşref bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 07, 2022 19:28 Asia/Tehran
  • Wezîrên berevaniyê û navxweyî yên Iraqê çûn Kerbelaya Muela û Necefa Eşref

Wezîrên Berevanî û Navxweyî yên Iraqê ji bo agahdarbûna ji pêkanîna plana ziyaretê ya Erbeîna Husênî derbasî bajarên Kerbelaya Muela û Necefa Eşref bûn.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Middle East News`ê, Cuma Enad Sedûn wezîrê berevaniya Iraqê li çarçêweya heyeteke pilebilind ji bo lêkolîn û cihanîna plana ziyaretê ya Erbeîna Husênî (S) derbasî Kerbelayê bû û bi waliyê Kerbelayê Nesîf El Xetayî re hevdîtin kir û pê re li ser pêkanîna plana ziyaretê ya Erbeîna Huseynî (S) axift.

Îro şandeke pilebilind a ewlehiyê bi serokatiya “Osman El-Ganemî” Wezîrê Navxwe û “Ebdul Emîr El-Şemerî” cîgirê fermandeyê operasyonên hevbeş ên Iraqê gihîşt parêzgeha Necefa Eşref.

Armanca sefera vê şanda ewlekarî çavdêrî û agahdarbûna derbarê cîbicîkirina pilana ziyaretê ya Erbeîna Huseynî (S) û dabînkirina pêwîstiyên girêdayî vê ziyaretê ye.

El-Şemerî tekez kir, ku hemû pêwîstiyên girêdayî çûna ziyaretê ya Erbeîna Huseynî (S), di nav de bihêzkirina hêzên leşkerî û hewildanên îstixbaratê, hatine dabînkirin.