Îlon 07, 2022 10:55 Asia/Tehran
  • Muqteda Sedir: Divê ji dilnexwaz û kesên dijî Erbeînê derfeta fitnekariyê were standin

Rêberê Tevgera Sedir a Iraqê diyar kir ku grûpek hewl dide fitneyê derxîne û got: Dijminên merasima Erbeînê, Beesiyên Sedamî û her kesekî xirab û bê qedir divê ji vê derfetê bêpar bimînin.

Erbeîna îsal dê di 17ê Îlona 2022an de hevdemê 20 Sefera 1444ê Koçberiya Heyvî ziyaretkarên Îranî ji ber vekirina sînorên bejayî ji bo cara yekem piştî Koronayê, îsal bi coşeke mezin beşdarî merasima meşa Erbeînê dibin. 

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Seyd Muqteda Sedir rêberê tevgera Sedir a Iraqê êvara sêşemiyê li ser rûpela xwe ya twîtterê li ser giringiya merasima Erbeînê nivîsî: "Nabe ku em derbarê merasim û nirxên pîroz kêmasiyê bikin. Ewlehiya Iraqê li ser milê her kesî emanet e."

Sedir pêştir tekezî li ser pabendbûna saxlemî û paqijiyê di merasima Erbeînê de kiribû,  daxwaz ji berpirsên Kerbelayê kiribû ku berpirsatiya ewlehî û asayîşê bigirin destê xwe û bi rêya hêzên ewlehiyê ve xalên pişkinînê kontrol bikin.

Bi armanca dabînkirina ewlehiya ziyaretkarên Erbeînê, artêşa Iraqê li ser rêyên ziyaretkaran bi cih bûye.

Her wiha Firqeya 110 a rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê jî pilana ewlekirina riya ziyaretkarên Îranî berbi parêzgeha Kerbelayê girtiye ser xwe.

Serepeyv