Tebax 27, 2022 14:28 Asia/Tehran
  • Emar Hekîm di axiftinekê de peyamek da Muqteda Sedir

Serokê Tevgera Hîkme seyid Emar Hekîm di wê baweriyê de ye ku paşguhkirina her aliyekî, "kêşeyên mezin" li ser hikûmeta nû ya Iraqê dirust dike û ragihandiye: “Nabe em xwe li derveyî qanûnan bisepînin.”

Emar Hekîm di Konferansa Îslamî ya ji bo Rûbirûbûna Tundûtûjiya li hember Jinan de ku îro şemiyê 27ê Tebaxê li Bexdayê birêve diçe, careke din tekez kir ku tevgera wî di hikûmeta nû de beşdar nabe û ev jî nayê wateya "reva ji berpirsyariyê".

Hekîm tevî ku beşdariya Tevgera Sedir di proseya siyasî de girîng dibîne, dibêje ku "Nabe em xwe li derveyî qanûnan bisepînin… Paşguhkirina her aliyekî, astengiyên mezin li ber hikûmeta nû dirust dike".

Dibe ku mebesta Emar Hekîm bi "xwesepandina li derveyî qanûnan", xwepêşandan û mangirtina van demên dawî yên alîgirên Muqteda Sedir ên li ber avahiya Parlemana Iraqê bibe, ku nêzîkî mehekê ye berdewam e.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir daxwaza hilweşandina Parlemana Iraqê û hilbijartinên pêşwext dike.

Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm hilbijartinên pêşwext weke "bijardeyeke baş" dibîne ji bo derbasbûna Iraqê ji xitmîna siyasî, lê belê pêwîst dibîne ku qanûna hilbijartinan û çend madeyên di destûra Iraqê de werin sererastkirin. Lê bi awayekî zelal, madeyên ku divê werin sererastkirin eşkere nekiriye.

Emar Hekîm berevajî Muqteda Sedir, wisa dibîne ku parleman heta birêveçûna hilbijartinên pêşwext, karên xwe bimeşîne.

Serepeyv