Di êrîşa terorîstên DAIŞ’ê ya li ser Diyalê de 7 leşkerên Iraqê hatin kuştin û birîndar bûn
Di encama êrişên terorîstên DAIŞê ser çeperên hêzên artêşa Iraqê li parêzgeha Diyalê de 7 leşker hatin kuştin û birîndarkirin.
Li gorî nûçeya Bexda El-Yûmê, terorîstên DAIŞê li herêma Kenan a parêzgeha Diyalê êrişî çeperên artêşa Iraqê kirin û di encamê de leşkerekî Iraqê hat kuştin û leşkerekî din jî birîndar bû.
Li gorî vê raporê, li encama êrişa din a têrorîstên DAIŞ`ê ser çeperên artêşa Iraqê li bajarê Celula li parêzgeha Diyale, 5 leşkerên Iraqê hatin kuştin û birîndarkirin.
Ev êrîş di demekê de bûn ku berî çend saetan balafirên şer ên artêşa Îraqî êrîşên asmanî li dijî veşartgehên endamên terorîst li nêzîkî biyabana Ebû Moqanir li parêzgeha Enbarê pêk anîn.
Hêzên leşkerî û ewlehiyê yên Iraqê hewl didin navçeyên vî welatî bi temamî ji terorîstên DAIŞê yên mayî paqij bikin.