Tebax 23, 2022 13:45 Asia/Tehran
  • Alîgirên Sedir li ber Encûmena Dadwerî ya Iraqê dicivin

Alîgirên Muqteda Sedir îro Sêşemê xwepêşandanên xwe berdewam kirin û bi dehan ji wan li ber avahiya Encûmena Bilind a Dadwerî li devera Kesk a li Bexdayê civiyan.

Medya herêmî ragihand ku xwepêşanderan li Bexdayê li ber avahiya Encûmena Bilind a Dadweriyê dest bi vegirtina konan kirin û beşdariyên van xwepêşandanan diyar kirin heta hemû daxwazên wan neyên cibicîkirin, xwepêşandanên wan dê berdewam bin.

Tevgera Sadir bi serokatiya Muqteda Sedir daxwaza guhertina rîşeyî ya sîstema siyasî, destûr, hilbijartinên pêşwext û hilweşandina Encûmena Nûneran (parleman) dike.

Çarçoveya Hevehangiyê ya Şeyan roja 25ê Tîrmeha borî Mihemed Şiya Sûdanî ji bo posta Serokwezîrtiya Iraqê kandîd kir, lê belê alîgirên Tevgera Sedir li dijî wê yekê roja 30î Tîrmehê daketin kolanan û dest bi xwepêşandan kirin û parleman dagîr kirin û heta niha ew xwepêşandan berdewam in.

Serepeyv