Çarçoweya Hevahengiya Şîe ya Iraqê banga xwepêşandanên giştî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i335905-Çarçoweya_hevahengiya_Şîe_ya_iraqê_banga_xwepêşandanên_giştî_kir
Komîteya Amadekar a Xwepêşandanan a Çarçoweya Hemahengiya Şîeyên Iraqê banga xwepêşandanên gel kir ji bo piştgirîkirina ji rewabûna Qanûnê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 16, 2022 15:49 Asia/Tehran
  • Çarçoweya Hevahengiya Şîe ya Iraqê banga xwepêşandanên giştî kir

Komîteya Amadekar a Xwepêşandanan a Çarçoweya Hemahengiya Şîeyên Iraqê banga xwepêşandanên gel kir ji bo piştgirîkirina ji rewabûna Qanûnê.

Ev demeke dirêj e Iraq tûşî qeyraneke siyasî bûye û piştî derbasbûna çend mehan ser lidarxistina hilbijartinên parlemanî, heta niha serokomar û serokwezîrekî nû nehatine hilbijartin.

Li gorî rapora Kanala Sûmeriye News`ê, komîteya amadekar a xwenîşandanan a Çarçoweya Hevahengiya Şîeyên Iraqê li daxûyaniyekê roja sêşemê ragihand ku ew amade ne ji bo lidarxistina xwenîşandaneke girseyî ku dibe sedema parastina hikûmeta iraqiyan û ji aliyê din ve dibe sedema bicihatina xwestekên gel yên wek damezirîna lezgîn a hikûmetê û çareseriya pirsgirêkên weke buhabûn, qutbûna av û elektrîkê û hwd, lom em ji gel dixwazin li van xwepêşandanan beşdariyê bikin.

Di vê daxuyaniyê de hatiye gotin, dem û cihê vê xwepêşandanê wê piştre ji aliyê komîteya amadekar ve were diyarkirin.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Asaîb Ehlî Heq a ​​Iraqê Qeys El-Xezelî di peyama xwe ya li ser Twitterê de wiha got: “Afirandina alozî û krîzê tenê ji bo berjewendiya dijminê hevpar e ku ketiye kemîna me hemûyan."