Tebax 16, 2022 19:50 Asia/Tehran
  • Wezîrê Darayî yê Iraqê îstifa kir

Wezîrê Darayî yê Iraqê di civîna îro (Sêşemê) ya civata wezîran de dest ji kar berda.

Li gorî rapora Şefaq News`ê, Elî Elawî wezîrê darayî yê Iraqê îro sêşemê li rûniştina civata wezîran dest ji kar berdana xwe pêşkêşî Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê kir.

Li gorî vê raporê, heta niha sedema îstifaya navborî ku Kazimî pê razî bûye, nehatiye ragihandin.

Kazimî “Ihsan Ebdulcebar” Wezîrê Petrolê yê Iraqê bi awayekî demkî weke Wezîrê Darayî yê bi wekalet destnîşan kir.

Kanala iraqî ya “Al-Ahd” ragihand ku yek ji sedemên dest ji kar berdana Elî Elawî ew e ku hikûmeta Kazimî guh neda gendeliya di sektora bankî de û dawî lê neanî.

Serepeyv