Tebax 13, 2022 16:54 Asia/Tehran
  • HSDê 50 DAIŞî radestî Iraqê kirin

Karwanekî din ya malbatên DAIŞê yên Iraqî ku ji 50 kesan pêk tê ji Kampa Holê ya bin destê kurdên Sûriyê bo Kampa Cedaa ya Neynewayê hate vegerandin.

Li gorî Şaneya Ewlehiya ya Iraqê, îro Şemiyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) karwaneke din ya malbatên terorîstqqqqqqên DAIŞê yên Iraqî ku ji 50 kesan pêk tê radestî Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê kiriye, ji Kampa Holê ya rojhilatê bajarê Hesekê ji bo Iraqê hatine vegerandin û li Kampa Cedaa ya Neynewayê hatine bicîh kirin.

Hefteya borî jî şandeke Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê serdana Kampa Holê kiribû û navên kesên ku dixwestin vegerînin Iraqê tomar kiribûn.

Ev 6emîn karwana malbatên Iraqî yên DAIŞê ye ku di dema 15 mehan de ji wê kampê bo Iraqê tên vegerandin.

Kampa Holê dikeve rojhilatê parêzgeha Hesekê li rojhilatê Sûriyê.

Li gor amarên Netewên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 Hezar û 101  kes hene, ku ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne.  Ji %39 ji wan xelkên Sûriyê ne, hejmara wan 25 Hezar û 780 kes in.

Ji %46 ji wan Iraqî ne, hejmara wan 30 Hezar û 724 kes in.  Ji %15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 Hezar û 597 kes in, û xelkê 66 welatan in.

Li Kampa Holê 18 hezar û 208 malbat  hene  û %96 ji wan jin û zarok in,  %66 ji wan zarokên di bin 18 salî re ne.

Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan, UNICEFê, hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar in.  Bêhtirî 7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in.  77 zarok sêwî ne, bav û diyên wan di şer de hatine kuştin.  12 hezar girtiyên çekdarên DAIŞî jî hene.

Serepeyv