Tebax 11, 2022 20:45 Asia/Tehran
  • Kazimî: Ez amade me desthilatê radestî her hikûmeteke hilbijartî li Iraqê bikin

Serokwezîrê Iraqê tekîd li ser wê yekê kir ku diyalog tekane çareseriya pirsgirêkên vî welatî ye û ew amade ye desthilatê radestî her hikûmeteke hilbijartî li Iraqê bike.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya Ehd News`ê, "Mustafa Kazimî" serokwezîrê Iraqê li destpêka civîna encûmena wezîrên vî welatî got: Iraq di qonaxa piştî lidarxistina hilbijartin parlemanî de rastî pirsgirêkeke siyasî yên cidî hatiye û tekez kir ku li vî welatî bûdce nemaye û divê aliyên siyasî ji bo çareserkirina kêşeya bûdceyê bi hikûmetê re hevkariyê bikin.

Mistefa Kazemî her wiha eşkere kir ku plana me ya ji bo şikandina xitimîna siyasî ji aliyê komên siyasî ve hatiye pêşwazîkirin û hikûmet jî aliyê ti nakokiyekî nîne.

Ev daxuyaniyên serokwezîrê Iraqê di demekê de ne ku “Komîteya Rêkxistina Xwepêşandanên Piştevaniya Qanûn û Rewatiya Dezgehên Hikûmetê” û alîgirên Muqteda Sedir rêberê Tevgera Sedir a Iraqê her yek bi awayekî cuda ji alîgirên xwe xwestine ku roja Înê xwepêşandanan li dar bêxin.

Serepeyv