Tebax 11, 2022 13:42 Asia/Tehran
  • Bertekên saziya dadweriya Iraqê li ser daxwaza Sedir ya hilweşandina parlemanê

Sîstema dadweriya Iraqê bertek nîşanî daxwaza Serokê Tevgera Sedir a ji bo hilweşandina parlemanê di nava hefteyekê de da û ragihand, "Ji bo hilweşandina parlemanê ti belgeyeke qanûnî nîne."

Iraq ji ber hilbijartinên parlemanî yên di Cotmeha sala borî de ku hêzên siyasî li ser pêkanîna hikûmetê li hev nekirin, rûbirûyê qeyraneke siyasî bûye.

Li gorî rapora Tora El-Ehd, Dezgeha Dadweriya Iraqê şeva Çarşemê (şeva borî) li hember daxwaza Muqteda Sedir ya hilweşandina parlemanê, daxuyaniya xwe ya berê derbarê desthilata hilweşandina parlemanê de belav kir.

Di daxuyaniya sîstema dadweriya Iraqê de tê gotin ku “ji bo hilweşandina parlemanê ti belgeyeke qanûnî nîne”.

Ji aliyeke din ve Serokê sîstema dadweriya Iraqê Faîq Zîdan di hevpeyvîneke televîzyonî de ragehand ku hilweşandina parlemanê tenê bi piraniya dengan dibe.

Êvariya roja çarşemê, rêberê tevgera Sedir di twîtekê de ragihand, hilweşandina parlemanê bi lidarxistina civîna parlemanê ve girêdayî nîne û daxwaz ji Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê kir, ku di zûtirîn dem de pirsa hilweşandina parlemanê û herwiha diyarkirina rewşa serokwezîr û serokomar zelal bike. 

Muqteda Sedir tekez kir ku divê ev yek di nava hefteya bê de were kirin.

Serepeyv