Tebax 10, 2022 23:41 Asia/Tehran
  • Muqteda Sedir ji bo hilweşandina parlemana Iraqê hefteyek Muhlet da

Rêberê Tevgera Sedir daxwaz ji Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê kir ku herî dereng heta dawiya hefteya bê parlemanê hilweşîne.

Li gorî rapora roja çarşemê ya ajansa fermî ya Iraqê, rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ragihand ku ji bo hilweşandina parlemanê pêwîstî bi lidarxistina civîna parlemanê nîne û ji Konseya Bilind a Dadwerî ya vî welatî xwest ku parlemanê hilweşîne. herî dereng heta dawiya hefteya bê.

Sedir her wiha got, dibe ku hin kes bibêjin ji bo hilweşandina parlemanê pêwîstî bi lidarxistina civîna parlemanê heye, lê divê were zanîn ku hin kom teslîmî daxwazên gel nabin.

Rêberê Tevgera Sedir di serî de ber bi saziyên dadwerî yên pêwendîdar bi taybet Konseya Bilind a Dadweriyê got: Hêvîdar im ev pêvajo were serastkirin bi taybetî piştî bidawîbûna dema yasayî ya hilbijartina serokomar û serokwezîr.

Sedir xetabî sîstema dadwerî ya Iraqê kir û got, tevî zextên siyasî û ewlehiyê divê ev sazî bikeve nava tevgerê û karê rast bike.

Rêberê Tevgera Sedir diyar kir, piştî binpêkirinên destûrî yên ku hatin eşkerakirin divê Encumena Bilind a Dadweriyê, herî dereng heta dawiya hefteya pêş parlemanê hilweşîne û serokomar wezîfedar bike ku dema hilbijartinên pêşwext diyar bike.

Serepeyv