Nûrî Malikî tekezî li ser jinûva-destpêkirina civînên parlimana Iraqê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i335746-nûrî_malikî_tekezî_li_ser_jinûva_destpêkirina_civînên_parlimana_iraqê_kir
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê tekezî li ser pêwîstiya jinûva-destpêkirina civînên parlimana Iraqê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 09, 2022 05:52 Asia/Tehran
  • Nûrî Malikî tekezî li ser jinûva-destpêkirina civînên parlimana Iraqê kir

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê tekezî li ser pêwîstiya jinûva-destpêkirina civînên parlimana Iraqê kir.

Li gorî rapora kanala El-Cezîreyê, Nûrî Malikî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê êvara Duşemê got: Hilweşandina parlimanê û lidarxistina hilbijartina berwext tenê bi jinûva-destpêkirina civînên parlimanê pêkan e.

Malikî her wiha got: Ev parliman e ku mijaran vedikolîne û derbarê wê biryar dide û em jî li gorî wê tev digerin.

Pêştir Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan bi daxuyaniyeke fermî piştevaniya xwe ji lidarxistina hilbijartina berwext piştî pêkhatina hevdengiya neteweyî derbarê û pêkhatina rewşeke ewleh ragihand.