Tebax 07, 2022 20:08 Asia/Tehran
  • Komisyona Hilbijartinan a Iraqê: Ti demek ji hilbijartinên pêşwext re nehatiye diyarkirin

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê îro Yekşemê red kir ku rojek ji bo hilbijartinên pêşwext diyar kiribe.

Berdevka Komisyona Bilind a Hilbijartinan Cumana Xelay ji Ajansa Nûçeyan a Iraqî (INA) re ragihand, “Komîsyon saziyeke pîşeyî ya bêalî ye ku biryarên derbarê hilbijartin, referandum û mijarên din ên têkildarî xebatên hilbijartinê de bi cih tîne.”

Berdevka Komisyona Bilind a Hilbijartinan herwiha got: “Encûmena Komisyonan desthilata herî bilind a di Komîsyona Hilbijartinan de ye û ew dikare bi şêwira bi hikûmetê re li ser bingeha qanûna hilbijartinê dema hilbijartinan diyar bike.”

Wê herwiha tekez kir: “Encûmena Komisyanan di vê derbarê de ti biryar û daxuyanî nedane.”

Çarçoveya Hevahengiyê roja 25ê Tîrmeha borî Mihemed Şiya Sûdanî ji bo posta Serokwezîrtiya Iraqê kandîd kir, alîgirên Tevgera Sedir jî li dijî wê yekê roja 30î Tîrmehê daketin kolanan û çend rojan derbasî nava avahiya parlemana Iraqê bûn.

Serokê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir duhî di peyamekê de ragihand, hilweşandina parlemanê, bûye daxwazeke cemawerî û siyasî û ti çareseriyên din li şûna wê tune ne.

Serepeyv