Daxuyaniya Wezareta berevaniyê ya Iraqê derbarê aloziyên vê dawiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i335586-daxuyaniya_wezareta_berevaniyê_ya_iraqê_derbarê_aloziyên_vê_dawiyê
Wezareta berevaniyê ya Iraqê wek berteka li hemberî alozîû ajawegêriyên vê dawiyê li Herêma Kesk a Bexdayê tekez kir ku erka hêzên ewlehiyê serkutkitina hêzên têketî li nav xwenîşanderan û sekinîna li hemberî wan kesan e ku rewşê li dijî ewlehiya Iraqê neçê bi kar tînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 01, 2022 05:17 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Wezareta berevaniyê ya Iraqê derbarê aloziyên vê dawiyê

Wezareta berevaniyê ya Iraqê wek berteka li hemberî alozîû ajawegêriyên vê dawiyê li Herêma Kesk a Bexdayê tekez kir ku erka hêzên ewlehiyê serkutkitina hêzên têketî li nav xwenîşanderan û sekinîna li hemberî wan kesan e ku rewşê li dijî ewlehiya Iraqê neçê bi kar tînin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Wezareta berevaniyê ya Iraqê wek berteka li hemberî alozî û ajawegêriyên vê dawiyê û êrîşa alîgirên alozîçêker ên aliyê Tevgera Sedir bi daxuyaniyekê ragihand, Artêş bi hemû fermandar û endamên xwe di xizmeta gelê Iraqê da ye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta berevaniyê ya Iraqê, erka hêzên ewlehiyê parastina xwenîşanderan û heyîtiyên gelemperî û kesane û rêgirtin li her cûre binpêkirina ewlehiyê ye.

Wezareta berevaniyê ya Iraqê di dewama daxuyaniya xwe da tekezî li ser erka hêzên ewlehiyê ji bo serkutkirina kesên têketî û nifûzî û tevgerên ku li dû neçêbikaranîna rewşê li dijî aramî û ewlehiya welêt in, kiriye.