Tîrmeh 21, 2022 22:44 Asia/Tehran
  • Daxistina ala Tirkiyê ji balyozxana vî welatî li Bexdayê

Bi hezaran kes ji xelkê Iraqê li ber balyozxana Enqerê ya li Bexdayê kom bûn û ala Tirkiyê ji bo şermezarkirina êrişa leşkerî ya vî welatî li bakurê Iraqê ya roja Çarşemê, daxistin.

Topxana artêşa Tirkiyê roja Çarşemê êrişî ser navenda geştiyarî ya gundê “Perexê” yê ser bi Zaxoyê li Herêma Kurdistana Iraqê kir ku di encamê de herî kêm 11 kes ku jin û zarok jî di nav de ne hatin kuştin û 31 kes jî birîndar bûn.

Nerizamendî û xwepêşandan û pêla şermezarkirina vê cinayeta Tirkiyê li Iraqê û navçê û cîhanê her diçe zêdetir dibe û heta niha gellek siyasetmedar, kesayet û elîtan ligel çalakvanên medyaya civakî ev kiryarên Tirkiyê şermezar kirine.

Di vê derbarê de û li gorî rapora “Sabrîn News”ê, medyayên Iraqê îro danê sibê wêneyên zav ji xwepêşandanên mezin ên gelê Iraqê li ber avahiya balyozxana Tirkiyê li Bexdayê belav kirin.

Li gorî vê raporê, îro hezaran kes ji xelkê Iraqê li ber avahiya balyozxaneya Tirkiyê li Bexdayê kom bûn û li dijî êrişên leşkerî yên Tirkiyê li bakûrê Iraqê xwepêşandan kirinû ala Tirkiyê ji ser balyozxana wê anîn xwarê û agir berdanê.

Serepeyv