Sibat 02, 2026 12:32 Asia/Tehran
  • Sîyasetvanên iraqî derbara destwerdana di karên vî welatî da Trump hişyar kirin

Derdorên sîyasî yên iraqî derbara destwerdanên Serokomarê Amerîkayê di karên navxweyî yên wî welatî da hişyarî dan û qebûlkirina daxwazên Donald Trump bi wateya qebûlkirina destwerdanên bê yên Waşîngtonê nemaze di bilbijartina endamên kabîna Iraqê de zanîn.

Mihemed Beyatî parlimanterê berê yê iraqî derbara liv u tevgerên Trump ji bo sepandina vîna xwe ser wî welatî da û destwerdana di karên navxweyî yên Iraqê da hişyarî da û qebûlkirina destwerdan u sepandinên bi vî rengî bi wateya destwerdanên bê di hilbijartina endamên kabînê da zanî. Wî pêgirî kir: Teslîmbûna himber Trump diakre bibe sedema destwerdana Amerîkayê di hilbijartina wezîrên kabîna nû ya Iraqê. 

Hevgavê vê yekê Hisên Etwanî yek ji parlimanterên dewra nika ya parlimana Iraqê got: Çarçoveya Hevahengîya Şîeyên Iraqê pabend u sozdarê berbijartîya Nûrî Malikî ye. Ev helwesta yekitîya komên netewî himber zextên ji derve nîşan dide. Wî herwiha got: Hewla hin sîyasetvanên berbiçav ji bo girtina pêşîya berbijarbûna Malikî bi palpiştîya zilhêzên bîyanî, binpêkirina aşkira ya mafê fraksyona pirranîyê ye. Darêştina xerîteya hikûmetê babeteke tam netewî ye ku kes nikare ewê anegorî planên derveyî u bîyanîyan darêje. 

Amir Fayiz endamekî pillebilind ê Çarçoveya Hevahengîya Şîeyên Iraqê jî dîyar kir ku ti nîqaşek têkildarî danîna kesekî din dewsa Nûrî Malikî nayê qebûlkirin u pêgirî kir: Ev mijara nemaze piştî destwerana aşkira di karên navxweyî yên Iraqê da veguherîye kêşeyeke netewî.

Malikî kesekî hêja ji bo vê qonaxê ye û divê ku rêvebirîya vê hikûmetê di salên bê di destê wî da be. Seyîd Emmar Hekîm Serokê Bereya Hikmeya Niştîmanî ya Iraqê jî ji ber gotinên vê dawîyê yên Serokomarê Amerîkayê derbara berbijarê posta Serokwezîrtîya Iraqê da rexne kir u pêgirî ser pêwîstîya pabendbûna bi demên dîyarkirî di qanûna bingehîn da û pêwîstîya hilbijartina Serokomarê vî welatî kir.  

 

 

 

Serepeyv