Tîrmeh 21, 2022 18:30 Asia/Tehran
  • Sedir: Bila geştên esmanî yên Iraq û Tirkiyê bên rawestandin û deriyên sînorî bên girtin

Muqteda Sedir piştî bombebarana Zaxoyê bang li Hikûmeta Iraqê kir ku peywendiyên dîplomatîk ên Iraqê bi Tirkiyê re kêm bike, geştên esmanî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de rawestîne û deriyên sînorî bi vî welatî re bigire.

Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di bersiva êrîşa Tirkiyê ya ser bakurê Iraqê de got:
Tirkiye bi hizra ku Iraq tenê bertekek qels nîşan dide, bêrêziya xwe zêde kiriye.

Rêberê Tevgera Sedir pêşniyarên xwe li hemberî vê êrişa Tirkiyê di 4 xalan de destnîşan kir û daxwaz kir ku nûnertiyên dîplomatîk a bi Tirkiyê re were kêmkirin, geştên esmanî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de bên rawestandin û deriyên sînorî bên girtin, giliya Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî bi rêyên fermî bê kirin û peymana ewlehiyê ya bi Tirkiyê re bê betalkirin.

Her wiha Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî li ser hesabê xwe yê Twitterê got, “Ez bi tundî binpêkirina serweriya Iraqê û şehîdkirin û birîndarkirina sivîlan ji aliyê Tirkiyê li Duhokê şermezar dikim.”

Berhem Salih li ser bombebarana gundê Perex a Zaxoyê anî ziman, “Ev metirsî li ser ewlekariya neteweyî ye û êdî nayê qebûlkirin. Divê Tirkiye rêzê li serwerî û cîrantiya Iraqê bigire û bi ti hincetên ku qanûnên navneteweyî binpê dike, êrîşên wiha dubare neke.”

Artêşa Tirkiyê duh Çarşembê 20ê Tîrmeha 2022an cihekî geştyarî li gundê Perex ê ser bi Zaxoyê li parêzgeha Duhokê topbaran kir. Li gor daxuyaniyên fermî yên rayedaran, di encama topbaranê de 11 kes hatin kuştin û 31 kesan jî birîndar bûn ku di nav wan de jin û zarok jî hene.

Serepeyv