Kazimî: Em mafê xwe ji bo bersivdana bo destdirêjiyên Tirkiyê parastî dizanin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i335369-kazimî_em_mafê_xwe_ji_bo_bersivdana_bo_destdirêjiyên_tirkiyê_parastî_dizanin
Serokwezîrê Iraqê wek berteka li hemberî êrîşa artêşa Tirkiyê ser Herêma Kurdistana Iraqê tekez kir: Iraqê mafê xwe yê tam ji bo bersivdana bo destdirêjiyên Tirkiyê parastî dizane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 20, 2022 18:37 Asia/Tehran
  •  Kazimî: Em mafê xwe ji bo bersivdana bo destdirêjiyên Tirkiyê parastî dizanin

Serokwezîrê Iraqê wek berteka li hemberî êrîşa artêşa Tirkiyê ser Herêma Kurdistana Iraqê tekez kir: Iraqê mafê xwe yê tam ji bo bersivdana bo destdirêjiyên Tirkiyê parastî dizane.

Berêvara Çarşemiyê çavkaniyên iraqî qala êrîşa bi topan a artêşa Tirkiyê ser bakûrê Iraqê û lêketina topekê li seyrangeheke Herêma Kurdistanê kir ku di encamê da heşt kes hatin kuştin û 23 kes birîndar bûn.

Li gorî rapora Fars Newsê, Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê vê êvarê bertek nîşanî êrîşa Tirkiyê da.

Mistefa Kazimî bi weşandina daxuyaniyekê li ser twitterê ragihand: Hêzên Tirkiyê îro (Çarşemî) bi êrîşa bi topan li ser navendeke geştyariyê li parêzgeha Dihokê li Herêma Kurdistana Iraqê careke din destdirêjiyeke aşkira li dijî hakimiyeta Iraqê û jiyana welatiyên iraqî û ewlehiya wan pêk anî. Li pey vê kiryarê hejmareke welatiyên sivîl ên bêguneh ku piraniya wan jin û zarok bûn, şehîd û birîndar bûn.

Serokwezîrê Iraqê her wiha ragihand: Ev destdirêjya zalimane diselimîne ku aliyê tirkiyeyî derheq daxwazên Iraqê yên berdewam derbarê rawestandina astengîderxistinên leşkerî dijî axa vî welatî û canê iraqiyan sersar bûye.

Pêştir Wezareta derve û Berhem Salih serokomarê Iraqê jî bertek nîşanî vî karê Tirkiyê dan û ew şermezar kirin.