Kazimî: Helwêsta Iraqê di mijara Filistînê da naguhere
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i335131-kazimî_helwêsta_iraqê_di_mijara_filistînê_da_naguhere
Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê roja Şemiyê di gotûbêja telefonî bi Mehmûd Ebas serokê Rêxistina Xwerêveber a Filistînê da tekezî li ser helwêsta neguhêr a Bexdayê di mijara Filistînê û gelê wê da kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 10, 2022 04:23 Asia/Tehran
  • Kazimî: Helwêsta Iraqê di mijara Filistînê da naguhere

Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê roja Şemiyê di gotûbêja telefonî bi Mehmûd Ebas serokê Rêxistina Xwerêveber a Filistînê da tekezî li ser helwêsta neguhêr a Bexdayê di mijara Filistînê û gelê wê da kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Mistefa Kazimî di vê gotûbêjê da tevî tekeziya li ser kûrbûna pêwendiyên dîrokî û civakî yên Iraqê tev Filistînê, hatina cejna bimbarek a Qurbanê li filistîniyan pîroz kir û pêwendiyên dîrokî-civakî yên du gelan sebeba lihevnêzikkirina du miletên dost da zanîn.

Serokwezîrê Iraqê li ser helwêsta neguhêr a Iraqê derheqê meseleya Filistînê tekez kir û ji bo iraqî, filistînî û gelên din ên navçeyê hêviya rihetî û aramiyê kir.

Di dora nû ya alûgorên têkildarî piştevaniya Iraqê ji mafên filistîniyan û Qudsê da, roja 26ê Gulanê bi beşdariya 275 nûner ji tevahiya 329 nûnerên parlimanê, qanûna sûczanîna têkiliya bi Rejîma Siyonîst ra li parlimana Iraqê bi dengê pirranî hat pesendkirin.