Operasiyona ewlehiyê ya Heşda Şeibiyê li Selahedîna Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i335118-operasiyona_ewlehiyê_ya_heşda_Şeibiyê_li_selahedîna_iraqê
Çavkaniyên iraqî qala operasiyona nû ya Heşda Şeibiyê li parêzgeha Selahedîna vî welatî bi armanca dabînkirina ewlehiya navçeyên bakûrê rojavayê Bîciyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 09, 2022 14:01 Asia/Tehran
  • Operasiyona ewlehiyê ya Heşda Şeibiyê li Selahedîna Iraqê

Çavkaniyên iraqî qala operasiyona nû ya Heşda Şeibiyê li parêzgeha Selahedîna vî welatî bi armanca dabînkirina ewlehiya navçeyên bakûrê rojavayê Bîciyê kir.

Çavkaniyên iraqî ragihand ku fermandetiya Heşda Şeibiyê li Selahedîna Iraqê roja Şemiyê operasiyoneke hevpar li bakûrê Zelûyiyê pêk anî.

Van çavkaniyan ragihand ku operasiyona hêzên Heşda Şeibiyê pêkhatî ji lêgerîn û paqijkirina navçeyên kêleka Çemê Dijleyê li Herdaniyeyê ye.

Her wiha ev operasiyon bi armanca dabînkirina ewlehiya hin navçeyên rojavayê Bîciyê pêk hat.