Tîrmeh 06, 2022 23:31 Asia/Tehran
  • Girtina yek ji serkirdeyên koma têrorîst a DAIŞê li bakurê Bexdayê

Hêzên Heşda Şebî li dewama operasyona dijî şaneyên mayî yên koma têrorîst a DAIŞ`ê, yek ji serkirdeyên metirsîdar ên vê gurûpê li devera Taremiye ya Bexdayê girtin.

Li gorî nûçeya El-Melûme, îro navenda ragihandinê ya Heşda Şeibî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: Hêzên lîwaya 12 a Heşda Şeibî li ser bingeha rapor û zanyariyên rast û belgekirî yên îstixbaratî û hebûna biryara dadgehê, ji bo girtina yek ji serkirdeyên metirsîdar ên girûpa terorîst û tawankar a DAIŞê di operasyoneke awarte de li devera El-Taremiye li bakurê Bexdayê (paytexta Iraqê) dest bi kar bûn û  karîn wî bigirin.

Li gorî vê daxuyaniyê, tedbîrên yasayî li dijî vî terorîstê DAIŞê hatin standin û ew terorîstê ku hatiye girtin jî radestî dadgehê kirin, da ku proseya darrizandina wî berdewam bike.

Girtina vî serkirdeyê DAIŞê di demekê de ye ku hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bi girtina hejmarek ji serkirdeyên navdar ên DAIŞê li parêzgehên Diyala û Enbarê karîn derbeke kujêr li şanên mayî yên vê koma têrorîst bidin.

Serepeyv