Tîrmeh 03, 2022 18:45 Asia/Tehran
  • Girtina terorîstê herî metirsîdar ê DAIŞê li ser sînorê Herêma Kurdistana Iraqê

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê ragihand ku piştî 7 salan şopandina terorîstê herî metirsîdar ê DAIŞê li ser sînorê parêzgeha Diyale û Herêma Kurdistana Iraqê girt.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya malpera El-Melûma`yê, çavkaniyekî ewlehiyê yê Iraqê ragihand ku yekîneya ewlehiya taybet a Iraqê li sînorên Diyala û Herêma Kurdistanê kemîn danî û metirsîdartirîn kesê ku bi tawana terorîzmê dihat şopandin, girtin.

Ev jêderê iraqî tekez li ser vê yekê kir ku terorîstê girtî 7 ​​sal in li pey lêgerînê ye û di serê lîsteya reş ya terorîstan de ye û girtina wî bi derbeyeke rasterast bo şaneyên terorîstên DAIŞê tê hesibandin.

Ev nûçe di demekê de ye ku çavkaniyek ewlehiyê ji êrişên hewayî yên artêşa Iraqê li ser bargehên terorîstên DAIŞ`ê li kûrahiya devera "Wadî el-Tha'lab" li bakurê Diyalayê û 90 Km li bakurê rojhilatê "Beqûbe" xeber da. Lê behsa hejmara kuştî û ziyanên vê êrîşê nekiriye.

Vê çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku ev êrîşa han ya pêncem bû di sala 2022an de û li ser bingeha raporên istixbaratî yên durust pêk hat.

Car caran parêzgeha Diyalayê dibe şahidê êrîşên asmanî li dijî armancên terorîstên DAIŞê, ku dibe sedema ziyanên canî û madî di nav wan de.

Serepeyv