Hezîran 24, 2022 10:04 Asia/Tehran
  • 64 parlementerên nû yên Iraqê hatin hilbijartin

Parlemana Iraqê li şûna parlementerên ji Tevgera Sedirê ku îstîfakiribûn 64 parlemanterên din hilbijart.

Parlemana Iraqê ji bo hilbijartina parlementerên nû li şûna 73 parlemanterên Koma Tevgera Sedir, ku bi telîmata Muqteda Sadir hatibû xwestin îstîfa bikin û di 12’ê Hezîranê de îstifaya wan hat pejirandin, îro bi awayekî neasayî civiya.

Li gorî qanûnên Iraqê divê cihê 73 parlementerên Sedir were dagirtin û parlementerên rêjeya herî zêde ji aliyê parlemanê ve bê diyarkirin û dengdan li ser wê bê kirin.

Civîna parlemanê ya ku duh ji bo hilbijartina 73 parlemanterên nû yên li şûna kursiyên ku ji aliyê Tevgera Sedir ve hatibûn valakirin, bi dawî bû.

Di rûniştina parlemanê ku bi tevlêbûna hemû fraksyonan ve pêk hat de ji ber ku ji 73 parlementerên nû ku diviyabû bihatana hilbijartin 9 parlementer di rûniştinê de amade nebûn, lewma 64 parlamenter hatin hilbijartin.

64 parlementerên hatin hilbijartin sond xwarin.

Serepeyv