Girtina yek ji metirsîtirîn terorîstên DAIŞê li Îraqê
Wezareta Navxwe ya Iraqê ji girtina terorîstekî metirsîdar li parêzgeha Diyalê, yê ku berpirsê alîkariya lojîstîkî ya DAIŞê bû, xeber da.
Li gorî rapora roja şemiyê ya ISNA`yê, Ajansa Îstixbarat û Vekolînê ya Federal li Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand ku li gorî zanyariyên rast, hêzên iraqî karîn terorîstê metirsîdar ê DAIŞê yê bi navê "Ebû Meryem" li parêzgeha Diyalê bigirin.
Ajansa Îstixbarat û Vekolînê ya Federal amaje bi wê yekê jî kir ku desteserkirina vî terorîstî piştî ku tîmeke taybet ji bo girtina wî hat avakirin, bi cih hat û di encama lêkolînan de, vî terorîstî îtiraf kir ku endamê DAIŞê ye û operasiyonên veguhestinê û piştevaniya lojîstîk ji girûpa terorîst a DAIŞê re kirine.
Hêzên ewlekariyê yên Îraqî berdewam in li ser lêgerîn, paqijkirin û şopandina paşmahîyên DAIŞê li seranserê welat daku piştrast bibin ku DAIŞ û endamên wê yên reviyayî bê bandor bikin û ew ê cardin neyên meydan.