Hezîran 02, 2022 17:05 Asia/Tehran
  • Iraq 690 penaberên iraqî yên li kampa Holê vegerandin

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku bi dehan penaberên Îraqî yên girtî li kampa Holê li derdora Hesekê li bakurê rojhilatê Sûriyê bo Iraqê hatin vegerandin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iraqê (WAA), li gor rêkeftinên hevpar ên bi armanca şerê dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê li asta navçeyî û navneteweyî, hêzên Kurdên Sûriyê yên bi navê HSDê 690 penaberên iraqî ku li kampa Holê bûn  li deriyê sînorî yê Rebîe radestî hêzên operasiyona hevpar a Iraqê kirin û hêzên iraqî jî ew radestî Dezgeha Îstixbarat û Vekolînê ya Federalî ya Wezareta Navxwe ya Iraqê kirin.

Li gor amarên herî dawî yên ku di nîvê meha Gulana îsal de hatine belavkirin, hejmara aware û penaberên iraqî li Kampa Holê  28 hezar û 806 kes ji 7 hezar û 850 malbatan in. Eva grûpa sêyem û ya herî mezin e ku hikûmeta Iraqê ji Kampa Holê vedigerîne vî welatî.

Kampa Holê mezintirîn navenda ragirtin xwedîkirina penaberên sûrî û iraqî li navçê ye ku bi hezaran kes ji malbat û xizmên terorîstên DAIŞê di nav wan de ne.

Serepeyv