Hezîran 01, 2022 16:27 Asia/Tehran
  • DAIŞê nûçeya kuştina serkirdeyê xwe ji malpera xwe derxist

Koma têrorîst a DAIŞ`ê ku kuştina yek ji serkirdeyên xwe yên payebilind li gel 5 terorîstên din ragihandibû, piştî demeke kurt ev nûçe ji malpera xwe derxist.

Bexdad El-Yewm îro Çarşemê ragihand, malperên ser bi koma têrorîst a DAIŞ`ê bo çend xulekan daxuyaniyeke kurt derbarê kuştina 6 endamên wê rêxistina terorîst li parêzgeha Diyaleyê ya rojhilatê Iraqê belav kir.

Malperên ser bi DAIŞê belav kirin ku yek ji serkirdeyên vê gurûpa terorîst a bi navê “Ebû Salih” hatiye kuştin, lê piştre ew nûçe ji nav bir.

Li gorî vê raporê, “Ebû Salih” navê kod ê berpirsê leşkerî yê DAIŞê li bilindahiyên “Hemrîn”ê ye; ev Terorîst 2 roj berê li herêma Zolûkê ya Hemrînê di encama êrişa hewayî ya Iraqê de tevî 3 terorîstên din hatibûn kuştin.

Endamên mayî yên DAIŞê hîn li deverên Bexda, Selahedîn, Diyala, Kerkûk, Nînewa û Enbarê çalak in.

Serepeyv