Şertê Çarçoveya Hemahengiya Şîeyên Iraqê ji bo beşdariya di civîna parlamentoyê de
Çarçoveya Hemahengî ya Şieyên Iraqê ragihand, heta ku bi Serokê Fraksiyona Sedir Muqteda Sedir re lihevkirin çênebe ew beşdarî civîna parlamentoyê nabin.
Iraq ji dema hilbijartinên parlemanî yên Cotmeha sala borî de, ku hêzên siyasî li ser pêkanîna hikûmetê li hev nekirin, rûbirûyê qeyraneke siyasî bûye.
Li gorî rapora Şefaq News`ê, Elî El-Zubeydî endamê hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî roja çarşemiyê got: Hevpeymaniya Fetih yek ji girîngtirîn stûnên çarçoveya hemahengiya Şîeyan beriya lihevkirina dawî ya li gel Serokê Fraksiyona Sedir li Iraqê Muqteda Sedir ji bo pêkanîna fraksiyona piraniyê, ew beşdarî ti civîneke parlamentoyê nabin.
El-Zubeydî her wiha got: Çarçoveya hemahengiya şîeyan kar dike ji bo peydakirina çareseriyên guncaw ji bo bidawîkirina aloziya siyasî ya heyî, herwiha dê piştî cejna Remezanê civîneke giring di navbera Çarçoveya hemahengiya şîeyan û hevpeymaniya desthilatdar de bê lidarxistin.
Endamê hevpeymaniya El Fetih herwiha got ku zêdetir ji 10 endamên hevpeymaniya desthilatdar ji hevpeymaniyê derketine û tevlî çarçoveya hemahengiya Şîeyan bûne û her parçebûnek di hevpeymaniya "Rizgariya Welat" de wê guhertineke mezin di hevkêşeya siyasî de çêbike.