Nîsan 22, 2022 22:03 Asia/Tehran
  • DAIŞê li parêzgeha Diyalayê êrîşî hêzên Îraqî kir û di encamê de kesek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn

Çavkaniyên iraqî ragihandin ku terorîstên DAIŞê li parêzgeha Diyale ya rojhilatê Iraqê êrişî hêzên vî welatî kirine.

Li gorî rapora Şefeq News`ê, çavkaniyên iraqî îro îniyê ragihandin ku şanên veşartî yên koma têrorîst a DAIŞê di encama êrişa ser artêşa Iraqê li derdora Xaneqînê li 100 km dûrî Baqûba navenda parêzgeha Diyale li rojhilatê Bexdayê, kesek kuştin û 3 kes jî birîndar kirin. 

Jêderekî ewlekarî li Diyalayê ragihand: Terorîstên DAIŞ êrîşî baregeheke Firqeya 1ê ya artêşa Iraqê li devera Qolay li derdora Xaneqînê kirin û hêzên Artêşa Îraqî bi beşdarbûna hêzên piştgirîyê li deverê bi lez li hemberî êrîşkaran rawestan û ew neçar kirin ji deverê birevin.

Ev şer û pevçûn ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê deme despêbûna wê diyar nekiriye bi revîna terorîstan bi dawî hat û artêşa Iraqê karîn pêgeha xwe li navçeyê bi îstiqrar û aram bike.

Di sala 2017an de, piştî 3 salan şer û pevçûnan, Iraqê serketina li dijî koma têrorîst a “DAIŞ”ê ragihand, lê hêman û endamên belavbûyî yên vê koma têrorîst li hinek deverên parêzgehên Diyala, Kerkûk, Nînowa, El-Enbar û Bexdayê hê jî çalak in.

Serepeyv