Ji ber barîna axê li Iraq, geştên esmanî yên balefirgeha Bexdayê hatin ragirtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i333208-ji_ber_barîna_axê_li_iraq_geştên_esmanî_yên_balefirgeha_bexdayê_hatin_ragirtin
Ji ber rabûna bablîsoka xwelî û tozê û barîna xweliyê hemû geştên esmanî yên balefirgeha navnetewî ya Bexdayê hatin ragirtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 13, 2022 12:28 Asia/Tehran
  • Ji ber barîna axê li Iraq, geştên esmanî yên balefirgeha Bexdayê hatin ragirtin

Ji ber rabûna bablîsoka xwelî û tozê û barîna xweliyê hemû geştên esmanî yên balefirgeha navnetewî ya Bexdayê hatin ragirtin.

Duh 12.04.2022yê îdareya balefirgeha Bexdayê ragehand: Hemû geştên esmanî yên balefirgehê heta demekî nediyar hatine ragirtin.

Rêveberiya balefirgeha Bexdayê ragehand: Ragirtina geştên esmanî ji ber xirabiya rewşa hewayê û rabûna bablîsoka toz û xweliyê û zêdebûna xolbarînê ango barîna axê ye ku astengiyê di dîtinê de çêdike.

Çend roj in pêleke berfireh a barîna axê û rabûna bablîsoka tozê bajarên Iraq û Herêma Kurdistanê girtiye ber xwe.