Nîsan 10, 2022 15:47 Asia/Tehran
  • Di encama êrişa terorîstên DAIŞê de 3 polîsên Iraqê hatin kuştin û birîndar bûn

Li parêzgeha Diyale ya rojhilatê Iraqê terorîstên DAIŞê êrişî hêzên Iraqî kirin, kuştî û birîndar hene.

Derengiya şeva borî li nêzîkî bajarokê Miqdadiye li parêzgeha Diyale ya Iraqê çekdarên DAIŞê êrişî hêzên polîs kirin.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de polîsek hat kuştin û du polîs jî birîndar bûn.

Her çend 4 sal di ser derxistina DAIŞê ji bajaran re derbas dibin jî koma terorîst a DAIŞê, êrîşên xwe yên bi taybetî li gundewarên parêzgehên Kerkûk, Diyala, Mûsil, Selahedîn û Enbarê berdewam dike.

Serepeyv