Di navbera Iraq û Sûriyê de dîwarekî beton tê avakirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i332868-di_navbera_iraq_û_sûriyê_de_dîwarekî_beton_tê_avakirin
Hikûmeta Iraqê li ser sînorê di navbera Sûriye û Iraqê li deverên di bin destê Hikûmeta Iraqê de ye, dîwarekî beton ava dike. Zêrevanên sînorî dibêjin, ku armanca wan ew e rê li ber derbasbûna çekdar û qaçaxçiyan bigirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 29, 2022 08:15 Asia/Tehran
  •   Di navbera Iraq û Sûriyê de dîwarekî beton tê avakirin

Hikûmeta Iraqê li ser sînorê di navbera Sûriye û Iraqê li deverên di bin destê Hikûmeta Iraqê de ye, dîwarekî beton ava dike. Zêrevanên sînorî dibêjin, ku armanca wan ew e rê li ber derbasbûna çekdar û qaçaxçiyan bigirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Fermandarê Lîwaya 18 ya pasewanên sînor yên Iraqê ragihand, ji sala 2021ê ve plana parastin û bihêzkirina sînoran dest pê kiriye û piştî serdana Serokweazîrê Iraqê wan li ser sînor dest bi danîna dîwarên beton kiriye.

Berî wê jî li ser xendeqên bi kûrahiya 3 metre û firehiya 3 metreyan hatibûn kolandin û piştre dest bi danîna têlbendan kiriye û kamêrayên çavdêriyê li ser sînor danîne.

Herwiha hat ragihandin dîwarê ku li ser sînorê di navbera Iraq û Sûriyê yê di bin destê Hikûmeta Iraqê ye de bê avakirin, dê 250 kîlometre dirêj, 3 metre û 75 cm bilind be.

Tê gotin, ji sedî 75ê avakirina dîwarê li ser sînor temam bûyê û dê di du mehên pêş de dê dîwar bi temamî bê qedandin.

Ev dîwar li aliyê bakûrê rojavayê Iraqê tê avakirin.