Tevgera Sedir, Hevpeymaniya Sunî û PDK’ê li hev kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i332752-tevgera_sedir_hevpeymaniya_sunî_û_pdk’ê_li_hev_kir
Tevgera Sedir, Hevpeymaniya Serweriya Sunî û PDK‘ê li ser namzedên serokwezîr û serokomariya Iraqê li hev kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 24, 2022 04:33 Asia/Tehran
  • Tevgera Sedir, Hevpeymaniya Sunî û PDK’ê li hev kir

Tevgera Sedir, Hevpeymaniya Serweriya Sunî û PDK‘ê li ser namzedên serokwezîr û serokomariya Iraqê li hev kirin.

Ev demeke dirêj e li Bexdayê di navbera partiyan de ji bo avakirina hikûmeta nû û hilbijartinên serokomariya Iraqê gotûbêj tên kirin. Di encama muzakere û tifaqan de duh

li Bexdayê civîna çepemeniyê hate lidarxistin. Di civînê de hate ragihandin ku Hevpeymaniya Serweriya Sunî, PDK û Tevgera Sedir ji bo Hevpeymaniya Rizgariya Nîştimanî li hev kiriye.

Di civînê de hate ragihandin ku her sê aliyan Rêber Ehmed wek namzetê serokomariyê û Mihemed Cehfer Sedir jî wek namzetê serokwezîriyê destnîşan kirine.

Hêjayî gotinê ye ku wê roja 26’ê Adarê carek din Parlementa Iraqê ji bo hilbijartina serokomarê nû bi cive.