Operasiyona Heşda Şeibiyê ji bo dabînkirina ewlehiya Diyaleyê dest pê kir
Adar 20, 2022 00:18 Asia/Tehran
Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê qala destpêkirina operasiyona ewlehiyê li bajarê Xaneqînê kir.
Li gorî rapora roja şemiyê ya Baghdad Al-Yawmê, Operasiyona ewlehiyê ya Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê li bajarê Xaneqînê li rojhilatê parêzgeha Diyaleyê bi beşdariya tîpên 20 û 110an li vê parêzgehê dest pê kir.
Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê armanca vê operasiyonê şopandina şaneyên terorîstî yên DAIŞê li seranserî parêzgeha Diyaleyê û dabînkirina ewlehiya navçeyên geştyariyê beriya destpêkirina cejnên Newrozê da zanîn.