Adar 18, 2022 20:13 Asia/Tehran
  • Teqeziya Iraqê li ser pêwîstiya beşdariya NYê di çareserkirina dosiya kampa Holê de

Şêwirmendê asayîşa niştimanî ya Iraqê bi nûnera taybet a sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî (NY) li Iraqê (UNAMI) re civiya û daxwaz ji NYê kir ku derbarê rewşa mezintirîn kampa DAIŞê ya li ser sînorê Iraq û Sûriyê agahdar bibe û ji çareserkirina dozê wê bi cidî bexebite.

Kampa Holê 15 kîlometran dûrî sînorê Sûriye-Iraqê ye û kampa herî mezin a endamên DAIŞê li Iraq û Sûriyê ye, ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, "Jeanine Plasschaert", nûnera taybet a sekreterê giştî yê NY li Iraqê amaje bi raporta vê dawiyê ya Konseya Ewlehiyê ya NY kir û got: Iraq mînakek e ku divê ji civaka navdewletî re bibe nimûne di hewlên xwe de ji bo vegerandina hemwelatiyên xwe ji kampa Holê û divê welat bên handan ku welatiyên xwe ji kampa Holê vegerînin.

Her du aliyan di vê rûniştinê de rewşa siyasî û ewlekariyê li asta navdewletî û herêmî û dosya kampa Holê û devera Şingalê hilkolandin û riyên alîkariyên mirovî yên rêxistinên navdewletî ji bo ziyandîtiyên şer û pevçûnan gotûbêj kirin.

El-Erecî her wiha bal kişande ser girîngiya beşdariya civaka navdewletî di çareserkirina dosyaya kampa Holê de û got: "Di berjewendiya nûneratiya Netewên Yekbûyî li Iraqê ye ku serdana kampa Holê bike û derheq rewşa kampê û penaberên wê agahdar bibe." 

Serepeyv