Sê serçeteyên DAIŞê li parêzgeha Diyaleya Iraqê hatin girtin
Adar 11, 2022 09:25 Asia/Tehran
Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê li parêzgeha Diyaleyê qala girtina sê serçeteyên DAIŞê li vê navçeyê kir.
Li gorî rapora roja Îniyê ya ajansa Melûmeyê, Sadiq Huseynî, berdevkê Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê li mihwera Diyaleyê, got: Hêzên Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê operasiyneke serdegirtinê li sê navçeyên Diyaleyê cih anîne.
Wî got: Di vê operasiyonê da sê serçeteyên DAIŞê hatin girtin ku hejmareke operasiyonên terorîstî li vê parêzgehê cih anîne.
Huseynî got: Li vê operasiyonê belgeyên girîng ji veşartîgehên terorîstan hatine bidestxistin û di hefteyên bê da encamine girîng di warê şopandina şaneyên terorîstî yên DAIŞê dê bên ragihandin.