Nûçeya êrîşa bi roketan li ser balefirgeha Bexdayê hat derewandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i331817-nûçeya_êrîşa_bi_roketan_li_ser_balefirgeha_bexdayê_hat_derewandin
Fermandarê operasiyona Bexdayê ragihandin ku îro (Çarşemî) tu êrîşeke bi roketan li ser balefirgeha Bexdayê nehatiye kirin û nûçeyên weşandî di vî warî da ne rast in.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 02, 2022 09:18 Asia/Tehran
  • Nûçeya êrîşa bi roketan li ser balefirgeha Bexdayê hat derewandin

Fermandarê operasiyona Bexdayê ragihandin ku îro (Çarşemî) tu êrîşeke bi roketan li ser balefirgeha Bexdayê nehatiye kirin û nûçeyên weşandî di vî warî da ne rast in.

Li gorî rapora IRNAyê, Ehmed Selîm Behcet ji Sumiriye Newsê ra got ku êrîşa li ser balefirgeha Bexdayê bi roketa Katiyoşayê ne rast e.

Wî destnîşan kir ku bilindbûna dengê zengila xeterê li balefirgeha Bexdayê bi awayê testî bûye û tu êrîşeke bi roketan pêk nehatiye.