Çile 30, 2022 14:08 Asia/Tehran
  • Nûnera Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê di gel Kazimî civiya

Serokwezîrê Iraqê di hevdîtina di gel Nûnera Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) da meyla Bexdayê ji bo xurtkirina têkiliyên navçeyî û navneteweyî destnîşan kir.

Li gorî rapora Sumiriye Newsê, Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê di hevdîtina di gel Cênîn Plasxart (Jeanine Plasschaert), Nûnera Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), tevî tekeziya li ser meyla Bexdayê ji bo xurtkirina pêwendiyên navçeyî û navneteweyî, got: Em li dû vê ne ky pêwendiya ku garantora ewlehî û aramiya Iraqê û navçeyê û geşatiya mayînde li ser xêra Iraq û gelên bira û aştiyane pêk bînin.

Jeanine Plasschaert jî di vê hevdîtinê da helwêsta civaka cîhanî ji bo piştgiriya ji Iraqê li hemberî pirsgirêkên niha û girîngiya gotûbêjê wek rêkarek ji bo çareserkirina nakokiyan, dupat kir.

 

 

Serepeyv