Kuwêtê geştên xwe yên esmanî bo Iraqê da ji bo midehekê sekinandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i331747-kuwêtê_geştên_xwe_yên_esmanî_bo_iraqê_da_ji_bo_midehekê_sekinandin
Kuwêtê ji ber êrişên mûşekî li dijî balaffirgeha Bexdayê bi awayekî demkî geştên xwe bo Iraqê sekinandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 29, 2022 11:22 Asia/Tehran
  • Kuwêtê geştên xwe yên esmanî bo Iraqê da ji bo midehekê sekinandin

Kuwêtê ji ber êrişên mûşekî li dijî balaffirgeha Bexdayê bi awayekî demkî geştên xwe bo Iraqê sekinandin.

Duhî balaffirgeha navdewletî ya Bexdayê rastî êrişa mûşekî hat. 6 mûşek arasteyî binkeya serbazî ya Vîktoriya li nav balaffirgeha Bexdayê de hatin kirin.

Ji ber wê êrişê çend firokeyên sivîl jî ziyan dîtin.

Ji ber wê jî hêlên esmanî yên Kuwêtê di daxuyaniyekê de ragehand, wan geştên xwe bo Iraqê bi rengekî demkî dane sekinandin da ku rewş aramtir bibe.

Li gor nûçeya Rêhewayên El-Cezîre ya Kuweytê, geştên asmanî yên vê kompaniyê bo Necefê yên 2 rojên bê, hatine betalkirin.