Li Iraqê li dijî DAIŞ'ê operasyoneke berfireh dest pê kir
Çile 24, 2022 11:03 Asia/Tehran
Fermandarê Operasyonên Diyalayê yê Heşdî Şabî Talib El-Mûsewî ragihand ku duh li dijî terorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Diyalayê ya Iraqê operasyoneke berfireh dane destpêkirin.
Li gorî tora El-Sûmeriye, fermandarê Operasyonên Diyalayê yê Heşda Şebî Talib El-Mûsewî di daxuyaniyekê de got lîwayên Heşda Şebî operasyonek li dijî şaneyên DAIŞ'ê yên li Hewza El-Azîm dane destpêkirin.
Talib El-Mûsewî destnîşan kir ku ev operasyon li dijî şaneyên DAIŞ'ê yên ku li Hewza El-Azîm êrişî artêşa Iraqê kiribûb, pêk tê.
El-Mûsewî diyar kir ku armanca wan ji operasyonan ew e ku terorîstên DAIŞ`ê li Hewza El-Azîm, El-Numan û heta başûrê Dîcleyê dorpêç bikin.