Çile 22, 2022 09:25 Asia/Tehran
  • Li Diyaleya Iraqê; Heşda Şeibiyê êrîşa DAIŞê têk bir

Heşda Şeibiya Iraqê êrîşa koma terorîst a DAIŞê li nêzikî navçeya Miqdadiyeyê ya bakurê rojhilatê parêzgeha Diyaleyê lirojhilatê Iraqê û hevsînor di gel Îranê têk bir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Heşda Şeibiya Iraqê roja Îniyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku komeke çeteyên DAIŞê bi êrîşa sser baregehên vê komê li gundê Sebteyê hewil dan ku alavên polîs û artêşê ji wan kamerayên hestyar bi germayê ji nav bibin; Lê di dawiyê da tîpa 24an a vê komê karî hewildana wan pûç bike.

Tê gotin Heşda Şeibiya Iraqê li ser daxwaza gel li vê navçeyê nuqteya ewlehiyê pêk aniye û kamerayên hestyar bi germayê lê saz kirine.

 

Serepeyv