Çile 21, 2022 20:07 Asia/Tehran
  • Di êrişa terorîstên DAIŞê li parêzgeha Diyale de 11 leşkerên iraqê hatin kuştin

Îro danê sibê terorîstên DAIŞê li navçeya Uzem a parêzgeha Diyale êrişî baregeheke artêşa Iraqê kirin û di encamê de herî kêm 11 leşker û efser hatin kuştin.

Li gor çavkaniyeke ewlekarî ya xwecihî, sibeha roja Înê 21ê Çileya 2022ê, hejmarek çekdarên DAIŞê li Parêzgeha Diyale bi çekên curbecur êrîşî xaleke leşkerî kirin. Di êrîşê de herî kêm 11 leşker û efserên Îraqî hatin kuştin.

Herwiha parêzgarê Diyale Muthanna el-Temîmî  jî ragihand ku Îro 10 leşker û efserekî Iraqî ji ber îhmalkariyê di êrişê de hatine kuştin.

Temîmî herwiha got “Sedema sereke xemsariya leşkeran a di bicihanîna erkên xwe de ye, ji ber ku baregeh bi temamî bi kamerayên termal, dûrbînên şevê û her wiha birceke nobetê ya beton hatiye xurtkirin.”

Li aliyê din Serokomarê Iraqê Berhem Salih li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek parvekir û tê de dibêje: “Êrîşa terorîstî ya tirsonek ku qehremanên artêşê li Diyalayê rastî wê hatin, hewldaneke nefret û têkçûyî ye bo armanckirina ewlekarîya me û bêguman divê hewlên vejandina terorê li herêmê neyên biçûkxistin. Erka me xurtkirina eniya navxweyî ye û bi mafên destûrî yên niştimanî ji bo pêkanîna hikûmeteke jêhatî ku asayîşa niştimanî diparêze û xizmeta gel dike pêk bînin.”

Ev êrişa dawî ya DAIŞê li ser leşkerên Iraqî di sala 2022an de êrişek e ku hata niha herî zêde qurbanî hatiye dayîn.

Sala borî hejmara êrişên DAIŞê li seranserê Iraqê û herêma Kurdistanê zêde bûn û di encamê de hejmarek Pêşmerge û leşkerên iraqî û xelkê sivîl bûne qurbanî û birîndar bûne.

Serepeyv