Duyemîn êrîş li ser karwanê leşkerî yê amerîkî li navenda Iraqê pêk hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i331319-duyemîn_êrîş_li_ser_karwanê_leşkerî_yê_amerîkî_li_navenda_iraqê_pêk_hat
Çavkaniyên iraqî ragihand ku duyemîn karwanê hilgirê alavên piştgiriyên yên leşkerên amerîkî di çend saetên borî da li navenda Iraqê ketiye ber êrîşê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 11, 2022 09:47 Asia/Tehran
  • Duyemîn êrîş li ser karwanê leşkerî yê amerîkî li navenda Iraqê pêk hat

Çavkaniyên iraqî ragihand ku duyemîn karwanê hilgirê alavên piştgiriyên yên leşkerên amerîkî di çend saetên borî da li navenda Iraqê ketiye ber êrîşê.

Li gorî rapora kanala telegramî ya Seberin Newsê, Sibe roja Sêemiyê duyemîn karwanê piştgiriyê yê artêşa Amerîkayê li Yûsifiyeya parêzgeha Bexdayê kete ber êrîşê.

Ev duyemîn êrîşa îro ye. Êrîşa yekem saet 7:30 li Hûra Receb û ya duyem saet 7:40 li navçeya Edvaniyeyê li başûrê Bexdayê pêk hatiye.

Vê kanalê ragihand ku komeke nenas a bi navê Ulol Ezmê berpirsiyariya vê êrîşê girtiye ustiyê xwe.