Kanûn 30, 2021 08:52 Asia/Tehran
  • Li parêzgeha Diyaleya Iraqê 5 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand; di encama 14 dewr bombebarana esmanî de 5 terorîstên DAIŞê li parêzgeha Diyaleyê li rojhilatê Iraqê hatin kuştin û hejmarek stargeh û cihên terorîstan hatin wêrankirin.

Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê; ev êrîşa esmanî ji aliyê Hêzên Esmanî yên Iraqê ve li sînorê parêzgeha Diyalê bi ser cihên DAIŞê de hatiye kirin.

Di vê çarçoveyê de Fermandariya Operasyonên Diyaleyê çar roj operasyoneke serbazî li deverên dûr ên sînorê parêzgehê encam da û di encama rûbirûbûna navbera artêş û terorîstên DAIŞê de 4 terorîstên vê komê hatin kuştin. 

Li aliyê din, duh jî terorîstên DAIŞê vîdyoya kuştina Rêveberê Pasaporta Ezemiye Yasir El Coranî belav kir, ku hefteyek berê hatibû revandin.

Serepeyv