Kanûn 27, 2021 18:33 Asia/Tehran
  • Balefirên şer ên Iraqê çiyayê Hemrînê bombebaran kirin

Balefirên şer ên Iraqê 14 caran şikeftên DAIŞê li zincîreya çiyayê Hemrînê li parêzgeha Diyaleyê bombebaran kirin. Li gor nûçeyeke din jî hêzên iraqî li Kerkûkê du terorîstên DAIŞê kuştin

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, balefirên hêzên esmanî yên vî welatî duh 14 caran şikeftên DAIŞê li zincîreya çiyayê Hemrînê li parêzgeha Diyala bombebaran kirin.

Vê şaneyê herwaha ragehand, êrîş bi riya balefirên şer L-159 û F-16 hatin kirin, ji bo piştevanî kirina hêzên piyade yên Fermandariya Operasyonên Diyalayê

Herwiha li gor nûçeyeke din fermandarê proseya hevbeşên Kerkûkê Ferîq Elî Firêcî di daxuyaniyekê de ragehand ku hêzên polîsê federal ên Iraqê di kemînekî de li navçeyekî rojavayê Kerkûkê 2 terorîstên DAIŞê kuştine ku yek ji wan terorîstan bombe li xwe girê dabû.

Tê gotin ku herdu terorîst xwekuj bûne û xwestine bikevin nav bajarê Kerkûkê û kiryarên terorîstî encam bidin.

Serepeyv