Kanûn 20, 2021 14:01 Asia/Tehran
  • Li Diyalê ya Iraqê 2 terorîstên DAIŞê di êrîşeke asmanî de hatin kuştin

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, 2 çekdarên DAIŞê di êrîşeke asmanî de li parêzgeha Diyalê hatin kuştin û jineke teroristî jî li başûrê Mûsilê hatiye destserkirin.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê  di daxuiyaniyekê de ragihand, bi serperiştiya Fermandariya Operasyonên Hevbeş û li gor zanyariyên Îstixbaratê, balafirên F-16 ên Iraqê operasyoneke asmanî li nahiya Sadiye li parêzgeha Diyalê ya rojhilatê vî welatî kir.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê herwiha diyar kir ku di encama operasyona asmanî de, 2 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Vê şaneyê herwiha ragihand, hêzên Îstixbarata Iraqê karîn jineke teroristî li kampa Ceda ya li başûrê Mûsilê desteser bikin û ew radestî aliyên pêwendîdar kir.

Serepeyv