Artêşa Iraqê 2 terorîst li Felûceyê girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i330719-artêşa_iraqê_2_terorîst_li_felûceyê_girtin
Çavkaniyên medyayî ji girtina du terorîstan li Felûca Iraqê xeber da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 16, 2021 18:22 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê 2 terorîst li Felûceyê girtin

Çavkaniyên medyayî ji girtina du terorîstan li Felûca Iraqê xeber da.

Li gorî rapora îro pêncşemê ya Sumaria News`ê, hêzên artêşa Iraqê di encama operasyona li bajarê Felûcê li parêzgeha El-Enbarê (rojavayê Iraqê) du terorîstên DAIŞê nas kirin û girtin.

Çapemeniya Îraqî ragihand ku operasyona dijî terorîstan li devera “El-Seqlawiye” ya Felûcê hatiye encamdan.

Di wê operasyonê de hêzên artêşa Iraqê herwiha dest danîn ser miqdareke zêde ji çek û cebilxanên bermahî yên  terorîstên DAIŞê li Felûcê.

Duh, Çarşemê jî hêzên artêşa Iraqê di du operasyonên cuda de li parêzgehên Selahedîn û Kerkûkê karîn êrişî çeperên DAIŞê bikin.