McGurk û Berhem Salih civiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i330637-mcgurk_û_berhem_salih_civiyan
Nûnerê Amerîka bo Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Brett McGurk bi şandeyekê re, duh serdana Bexdayê kir û bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih re civiya.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 13, 2021 13:10 Asia/Tehran
  • McGurk û Berhem Salih civiyan

Nûnerê Amerîka bo Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Brett McGurk bi şandeyekê re, duh serdana Bexdayê kir û bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih re civiya.

Piştî civînê, Ofîsa Serokomariya Iraqê derbarê naveroka civînê de daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de eşkere kir: “Di civînê de li ser xurtkirina pêwendiyên her du welatan, hat gotûbêj kirin. Herwiha behsa bidawîbûna erka hêzên hevpeyman ya li Iraqê û bihêzkirina hêzên ewlehiyê yên Iraqê hatiye kirin.”

9ê Kanûnê erka leşkerî ya hêzên Amerîkayê li Iraqê bi dawî bû. Lê belê fermandariya hêzên navendî tekez kir, wê 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkî li Iraqê ji bo şêwirkarî û perwerdehiyê bimînin.