Êrîşa bi roketan li ser baregeha leşkerî ya Tirkiyê li bakurê Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i330141-Êrîşa_bi_roketan_li_ser_baregeha_leşkerî_ya_tirkiyê_li_bakurê_iraqê
Çavkaniyên medyayî ragihand ku baregeha hêzên Tirkiyê li bakurê Iraqê bi çend roketan ketiye ber êrîşê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 19, 2021 10:26 Asia/Tehran
  • Êrîşa bi roketan li ser baregeha leşkerî ya Tirkiyê li bakurê Iraqê

Çavkaniyên medyayî ragihand ku baregeha hêzên Tirkiyê li bakurê Iraqê bi çend roketan ketiye ber êrîşê.

Li gorî rapora kanala El-Xedê, Baregeha leşkerî ya Zilîkanê li navçeya Be'şîqeyê li parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê ku hêzên Tirkiyê tê da ne, roja înê beriya nîvro kete ber êrîşa bi roketan.

Kanala telegramê ya Saberin Newsê jî di vî warî ragihand: Ev baregeha Tirkiyê bi sê roketan ketiye ber êrîşê û roketek li gundê Dîr Marê ketiye.

Li gorî vê raporê, hîn hûrgiliyên zêdetir derbarê ziyan û zirarên ihtimalî yên ji ber vê êrîşê nehatine weşandin.